ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Şerê Îranê: Êriş dewam dikin, DYE wê xwe di 'demeke nêz' de vekişîne
Şerê li ser Îranê di roja 33'emîn de bi êrişan dewam dike. Serokê DYE'yê Trump diyar kir ku operasyonên leşkerî wê di 'demeke nêz' de biqedin. Her wiha tê gotin, dest ji Tengava Hurmuzê hatiye berdan. -
DYA'yê Lîwaya 30'an a Heşdî Şeebî xist
DYA'yê Baregeha Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya li bakurê deşta Nînowayê xist. Her wiha navenda Vîktorya ya li Bexdayê jî hate bombekirin. -
Balafirên A-10 yên DYE’yê ber bi Tengavê ve bi rê ketin
Nêzîkî 20 balafirên êrîşê yên A-10 Thunderbolt II yên DYE’yê ketin nava liv û tevgerê. Ev yek îdiayên amadekariyên ji bo operasyoneke bejahî ya li dijî Îranê xurttir kir. -
Hegseth: Trump ji peymanê re amade ye, rojên pêşiya me wê diyarker be
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth diyar kir ku vebijarkên leşkerî yên Washingtonê yên li dijî Îranê zêde bûne, lê di destê Tehranê de her ku diçe vebijarkên kêmtir dimînin. Hegseth destnîşan kir ku Donald Trump ji bo peymanekê amade ye. -
Sanchez: Qanûna darvekirinê ya Îsraîlê gaveke nû ya ber bi apartheidê ve ye
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez qanûna “Ji bo terorîstan darvekirin” a ku j hêla Parlamentoya Îsraîlê ve hat derxistin û tenê Filistîniyan hedef digire bi tundî rexne kir. Sanchez sererastkirinê wekî "gaveke nû ya ber bi apartheidê ve" pênase kir. -
Hegseth: Trump ji bo peymanê amade ye, rojên li pêş me dê diyarker bin
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth diyar kir ku vebijarkên leşkerî yên Washingtonê yên li dijî Îranê zêde bûne, lê di destê Tehranê de her ku diçe vebijarkên kêmtir dimînin. Hegseth destnîşan kir ku Donald Trump ji bo peymanekê amade ye. -
Şerê Îsraîl-Hizbullahê: Zêdetirî 200 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn
Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku di destpêka meha Adarê de dubare gur bû, zêdetirî 200 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne. -
Trump ji bo Hurmuzê bang li dewletan kir: Werin û tengavê bi dest bixin
Serokê DYE'yê Donald Trump bangeke hişk li wan welatan kir ku ji ber pirsgirêka sotemeniyê tengav bûne û got, "Yekser biçin tengavê û wir bi dest bixin." Trump her wiha bang li van welatan kir ku sotemeniyê ji DYE'yê bikirin. -
Hêzên Îranê li avahiyên cemaweriyê bi cih bûn
Di şer de ku kete roja 32'an, hêzên Îranê ji bo xwe veşêrin li dibistan, mizgeft û nexweşxaneyan bi cih bûn. -
Îsraîl wê heta Çemê Litani yê Lubnanê dagir bike!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku li Başûrê Lubnanê wê artêş heta Çemê Litani "herêmeke ewlekariyê" ji aliyê leşkerî ve kontrol bike. -
Amnesty: Îran bi rengekî kêfî înfazan dike
Amnesty International ragihand ku 2 girtiyên siyasî hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 4 girtiyan heye. Ji bo rawestandina darvekirinan bang kir. -
Li Îranê xetereya darvekirinê li ser 22 girtiyên siyasî heye
Piştî darvekirina 2 girtiyên siyasî li Girtîgeha Qezenhesarê, 22 girtiyên din ên siyasî bi êşkenceyê ji girtîgehê hatin derxistin û birin cihekî nediyar e. Metirsiya darvekirinê li ser girtiyan heye. -
Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir
Rejîma Îranê girtiyên siyasî Babak Elipur û Puya Gobadi Bistuni darve kir. -
Êrîşên li ser Iraq û Silêmaniyê berdewam dike
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, ragihand ku bi fuze û droneyan êrîşê hêzên fermandariya 70’an hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku li dijî baregehên Haşdî Şabî yên li Babîl û Enberê êrîş pêk hatine. -
Beriya vekirina Hurmuzê Trump amade ye şer bisekinîne!
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku ew amade ye bêyî vebûna Hurmuz jî, şerê li dijî Îranê bi dawî bike. -
Roja 32’yan: Li Tehranê teqîn, li Lubnanê 4 leşkerên Îsraîlê mirin
Medyaya Îranê ragihand ku li Tehranê di saetên siharê de teqînên tund qewimîn û gelek caran elektrîk qût bû. -
Fransa piştî êrîşa li dijî hêzên aştiyê yên NY’ê daxwaza civîneke lezgîn kir
Piştî ku li başûrê Lubnanê êrîşî li dijî hêzên aştiyê yên NY’ê hat kirin û tê li ber qetilkirin sê leşkerên Endonezyayî hat vekirin, Fransayê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza civîneke lezgîn kir. -
Artêşa Îsraîlê: Di 24 saetan êrîşî 170 hedefên Îranê kirin
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku di 24 saetên dawî de di nav de tesîsên çekan û baregehên leşkerî jî hene êrîşî 170 hedefên li rojavayê Îranê kirine. -
Li Libnanê 2 leşkerên din ên hêza aştiyê jiyana xwe ji dest dan
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li başûrê Libnanê du leşkerên din ên hêza aştiyê hatine kuştin. Ev bûyer piştî daxuyaniya Îsraîlê ya derbarê berfirehkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê de pêk hat. -
Trump li ser Girava Hargê gef xwarin: ‘Lihevkirin çênebe em ê her tiştî tune bikin’
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ger ji hevdîtinên li gel Îranê bi lez encamek neyê standin û Tengava Hurmuzê ji nû ve venebe ew ê binesaziya enerjiyê ya Îranê û Girava Hargê hedef bigirin. -
Hêzên Heşdî Şeebî yên ku ala Iraqê hilgirtin, li Îranê ne
Hat ragihandin ku liv û tevgera hêzên Heşdî Şeebî li seranserî Îranê zêde bûye. -
Li dijî baregehên Sûriyeyê yê nêzî sînorê Iraqê êrîşa bi dronan
Artêşa Sûriyeyê, ragihand ku hin baregehên wan ên leşkerî ku li rojhilatê welêt nêzî sînorên Iraqê ne, serê sibehê rastî êrîşên bi dronan hatine. -
Îranê piştrast kir ku fermandarê wan ê hêzên deryayî miriye
Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Muxafizên Şoreşê Amîral Alî Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest daye. Îsraîlê jî diyar kir ku di nava du rojên dawî de li Tehranê li nêzî 40 navendên hilberîna çekan û lêkolînê xistiye. -
Li Bexdayê bi baregeha leşkerî ya Iraqê bû hedefa êrişa bi fuzeyê
Baregeheke leşkerî ya Iraqê ya li Bexdayê bû hedefa êrişa bi fuzeyê. Di êrişê de xisar li balafireke veguhestina leşkerî ya artêşa Iraqê bû. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
HRANA'yê ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de di êrişan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.